Haydê, roja têkoşîna jinên navnetewî !

Femînîzm, dijî nijatperestîyê ye. Ji berkû cûdekarîya zayendî (cînsî) mêtingerî û zextên zayendîtîyê, berhemên civaka kapîtalist û domandina serdestîya zilamane. Ew bi koçberanre nehatîye Almanya. Ji kû tê û di alî kêda dibe bila bibe, divê ew êriş û zexta li ser jinan were şermezarkirin. Ji berkû, jîyana bê ewlê û bê aram, zafbûna saetên kar, herî zêde bandora xwe li jinan dike. Bi rojane karê malê, bi awakî mayînde jinan hilgirtîye ser milê xwe. Ji vê keda jinanjî kapîtalîzim fêde û encama aborî hildigre. Di qada navnetewîde jî her wisaye.

Ji berkû, ev şerêkû di navnetewîde didobe, ew e dibe sedema sed hezaran penaber û koçberan. Beranberî wêjî tixûbên xwe digrin. Tîrkîye dibe, Emêrîka dibe, Evrûpa dibe, li rast difitilin. Bi awakî dijî nijatperestîyê, demoqrasîyê, femînîzmê li rast fitilandina xwe didin xûyakirin û ber çave.

Jin, di tevahîya cîhanêde hevkarin. Ji bo mafê jinan, jîyana wan, bedena wan, têdikoşin berxwedidin. Women`s Marches (Meşa jinan) dijî Trump bi sed hezaran jin derketin kolanan. Li Kurdîstanê jin, şerê dijî ISID de beşekî herî girin digrin. Di hevkarîya nava civakêde herî balkêşin.

Di welatê me de femînîst, dijî nazîyên kevin kû xwe mîna rastperestên nû wek AfD didin nîşandin têdikoşin berxwedidin. Bi taybetî, LBBT î celebê malbatîya muhafazakar û dijî zayendîya (cinsî) cûreyê jîyanê diparêzin.

8 ê Adarê derkevin kolanan!

Ger em bibin yek û bi gel hev tevbigerin, tevgerek navnetewî damezirînin û avabikin, em dikarin wê demê bi hêz bin, bibin hêz!
Ji bo vê armancê; Di 8 ê Adarê de hemû jin û LGBT di seranserê cîhanê de derkevin kolanan. Deskeftîyên xwe pîroz bikin û beranberî şerê paşerojê xwe tevgerbikin.