Divê ev cîhan a me be!
Bide xwe ji bo roja şer a navneteweyî ya jinan

8′ê Adarê li dijî kevneşopiya mêtinger û pergala kapîtalîst di tradîsyona dûvdirêj a berxwedanê de ye. Îroroj wekî wî çaxî divê em ji bo mafê çarenûsa xwe ya laşî û saxî û silametiya xwe têbikoşin. Em nîqaşên jinan ên beriya xwe didomînin û li ser wê yekê zêde dikin ku jinan ji bo me ji mêj ve bi dest xistiye.

Herwiha em xwe wekî beşek ji tevgereke cîhanî dibînin û bi gelek tevgerên din re dilsozî û hevkariyê nîşan didin – ji ber ku divê têkoşînên wan jî yên me bin!

Bêyî gerstêrkeke ku mirov êdî dikare lê bijî ti pêwîstî bi femînîzmê jî nîne.

Şer, tundrawî û hilweşîn herî dijwar li jinan bandorê dike.

Êrîşên li dijî mirovên quer dîsa zêde bûne.

Xurtbûna rastgiran her tê wateya kêmbûnke ji hemû mafên me.

Em gelek in, bi babet û serboriyên cihêkariyê yên cihêreng lê belê neferê heman şerî ne.

Em nahêlin ku propagandaya nîjadperestiyê me parçe bike!

Em destûr nadin, em bibin amûreke rastgiran ku hewl didin nirxên xwe yên nemirovane, dîsa eşkere bi navê mafên jinan, bidin qebûl kirin û wan asayî bikin.

Em nahêlin ku em li dijî hev werin sorkirin û bikaranîn ji ber ku ji cihêtî, dûrxistin û nîjadperestiyê re di utopyaya me ya femînîst de cih tine!

Em beşdarî banga tevgera jinên Kurd dibin: Werin em sedsala 21an bikin sedsala rizgariya ji zayendiyê û guherîna bingehîn a civakî re.
Li kîjan cihî pirr nebaşî hebe, li wir gelek guhertin jî dikarin werin pêkanîn. Bi vê bîreweriyê hûn dizanin çima divê hûn di 8ê Adarê de derkevin kolanan û heke na, ji heval, xwîşk, dayîk, dapîr an jî ji kesa ku di trênê de li tenişta we rûniştiye bipirsin.

Û da ku nifşên paşîn neçar nemînin ku derkevin kolanan ji ber heman binpêkirinan – ka em bi hev re alternatîfan ava bikin. Di 8-ê Adarê de bi me re were kolanan. Bide xwe ku em ji bo alternatîfeke binyatên baviksalar û kapîtalîst ên serdest li ser bingeha hevgirtinê têbikoşin. Ji ber ku ew li hinekan dixe, lê belê ya rast li me gişan dixe.

Bi hev re em xurttir in, bi hêrs in û nayên sekinandin!